Kiryarên sansurê yên rejîma sîyonîst li ser Filistînê ji aliyê platfora ku alîgirê rejîma sîyonîst e Ji ÎLKHAyê re sansûrê anît

WhatsAppa ku xwediyê wê Mark Zuckerberg e ku ew jî cihû ye û bi eşkere piştgiriya xwe ji rejîma sîyonîst re ragihandibû, Ajansa Nûçeyan a Îlke (ÎLKHA) ji ber nûçeyên ku qetlîam û qirkirina li Xezzeyê ji cîhanê re ragihandibû, sansûr kir.

Kiryarên sansurê yên rejîma sîyonîst li ser Filistînê ji aliyê platformên medyaya civakî yên ku navenda wê Amerîka ne, berdewam dikin.

Platformên medyaya civakî yên ku belavkirin û parvekirina naveroka têkildarî Filistîn, Xezze, HAMAS, Tugayên Qassam, Serîyyeyên Qudsê, Ensarullah û Hizbullahê asteng dikin, tu sansurê li ser naveroka alîgirên rejîma sîyonîst nakin.

Facebook, Instagram, Threads û WhatsApp ku xwediyên Mark Zuckerberg e, ku ew jî cihû ye û bi eşkere piştgiriya xwe ji rejîma sîyonîstî ragihandiye, dûrî objektîfiyê siyaseta xwe ya helwêstê didomîne.

WhatsAppa ku yek ji platformên medyaya civakî ye ku wek makîneya propagandaya rejîma sîyonîst tevdigere, Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA) ji ber nûçeyên der barê qetlîam û qirkirina ku li Xezzeyê hat kirin da sansûr kir.

WhatsAppê kanala ÎLKHAyê sansûr kir û ji şopînerên wî yên nû re asteng kir.

Malpera mêvandariya vîdeoyan You Tube jî ÎLKHAya ku hewl da êrîş û cinayetên îşxalkerên sîyonîst ji dinyayê re ragihîne sansur kir.

Sansûra kanala vîdeoyê ya ÎLKHA ya Tirkî ku nêzî 140 hezar aboneyên wê hene û qenala vîdeoyê ya bi erebî ku nêzî 10 hezar aboneyên wê hene, ev sansûr bû sedema bertekên şopînerên wê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê