Koçberên Afxan dê bên dersînorkirin

591 koçberên Efxanistan yên ku li Erziromê hatibûn binçavkirin wê bên dersînorkirin û bi seferk "charter" dê ji Erzeromê bên şandin Kabilê.

591 koçberên ku li Aşkeleha navçeya Erziromê miamelê wan yên dersînor kirin hatine temamkirin dê bi seferek teyarê ya "charter" bên dersînorkirin û wê ji Erziromê bên şandin Kabilê.  

Di daxuyanîya ji teref Wezareta Karûbarên Deve de hat kirin de cîh hat dayîn van agahîyan:

“Di mehên dawî de koçberên Efxan ji Îranê bi rêyên derqanûnî dikevin Tirkîyeyê. Bi taybetê koçberên Efxan yên ku ji bajarên derdorê li Erziromê hatine komkirin miamelê wan yên paşve şandinê hatine destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Navenda Paşveşandinê ya Aşkelehê miamelê 591 kesên ji Efxanîstan hatine, hatîye temam kirin û wê bi  bi seferek teyarê ya "charter" bên dersînorkirin û dê ji Erziromê bên şandin Kabilê.   

Di rojên dawî de ji ber bûyerên li Efxanîstanê diqewime û rewşa aborî piranîya wan “Ciwanên zilam” yên Efxan bi rêyên derqanûnî ji hidûdê Îranê dikevin nava sîorê Tirkîyeyê. Bi vê yekê koçberên Efxan hêvî dikirin ku ji Tirkîyeyê derbasî welatên Ewrûpa bibin û jiyaneke rehet û aram bijîn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin