Komên Cihûyan Mizgefta Eqsayê talan kirin

Çeteyên Cihû di saetên sibehê de êrîşî Mizgefta Eqsayê ya li Quds îşxalkirî kirin û di bin parastina polêsên îşxalker de rîtûelên Talmûdî pêk anîn. Xaxemên ku piştgirîya hilweşandina El-Eqsayê û avakirina perestgehekê li şûna wê dikin jî beşdarî êrîşê bûn

Mescîda Eqsayê ya li Qudsa îşxalkirî careke din ji teref sîyonîstan ve rastî êrîşê hat. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, çeteyên cihûyan di saetên sibehê de bi komî ketine Mescîd Eqsayê, di bin parastina polêsên sîyonîst de gerên provokatîf li dar xistine û rîtûelên Talmûdî pêk anîne.

Di nav êrîşkaran de xaxemê fanatîk Samson Albovim jî hebû, ku ew ji bo hilweşandina Mizgefta Eqsayê û li şûna wê avakirina "Perestgeha Silêman" pêşniyar dikir. Tê zanîn ku Albovim serokê rêxistineke radîkal e ku li gorî vê armancê tevdigere.

Qedexeya hatin û çûna Misilmanan û desteserkirina nasnameyan

Di dema serdegirtinan de, polêsên îşxalker ên sîyonîst ketina Misilmanan bo Eqsayê qedexe kirin, nasnameyên hinek kesan desteser kirin û li ber deriyê mizgeftê wan girtin.

Daîreya Weqfên Îslamî ya Qudsê ragihand ku "Komên Peykeran" ên radîkal ji bo roja qaşo "Roja Qudsê" ya ku dê di 26ê Gulanê de were pîrozkirin, li dijî Eqsayê provokasyonek nû amade dikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno