Li Xezzeyê her ku diçe birçîbûn û xela zêde û dijwar dibe. Komên Filistînî yên berxwedanê derheqê birçîbûna ku li Xezzeyê heye de daxuyenîyek hevpar dan.
Komên Berxwedanê yên Filistînî di daxuyanîya ku dan de weha gotin: “Vêga lazimatî herî kêm bi hezar tirên alîkariyê heye ku divê têkeve nava Xezzeyê. Lazim e ku Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî yên alîkariyê ji bo alîkarî têkeve nava Xezzeyê tavilê têkevin hereketê.”
Komên Berxwedanê gotin ku mekanîzmaya alîkariya Emrîka û sîyonîstan dibe sebeba mirinan. Ew dafikên mirinê ne. Gelek kesên dixwazin alîkariyan kom bikin, tên qetil kirin.
Komên Berxwedanê eşkere kirin ku lazim e li Şerîda Xezzeyê tavilê herî kêm hezar tir têkevin nava Xezzeyê û ev alîkarî di nava ewlehiyê de werin kirin. Bila Neteweyên Yekbûyî êdî gavên fiîlî bavêjin û ji bo alîkariyan tevbigerin. Ji bo alîkarî têkeve nava Xezzeyê bila xelkê bi wijdan yên dinyayê li ber sefaretên Emrîkayê protestoyên mezin li dar bixin. (ÎLKHA)