Komîsyona Lêpirsîna NYyê: îsraîl li Xezzeyê sûcên şer û qirkirinê pêk anî

Komîsyona Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî yê ku sûcên ku li nav erdên Filistînê di bin îşxalê de dikolînin, got ku rejîma sîyonîst li Şerîda Xezzeyê sûcên şerê pêk tîne.

Rapora ku îro ji teref Komîsyona Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî hat weşandin, di nava xwe de sûcên navneteweyî û îxlalên hiqûqî navneteweyî yên di navbeyna 7ê Cotmehê û 31 Berfanbar 2023an de hatiye kirin dihewîn e.

Komîsyona Navneteweyî, di raporê de bal kişand ku rejîma îşxalker li ser Filistînîyên ku di Şerîda Xezzeyê de ne di nav de qirkirin jî heye sûcên şerê pêk tîne.

Komîsyonê bang li îşxalê kir ku zûka şerê wêranker li bajarê Refah ê li başûrê Şerîda Xezzeyê ku bûye sedem bi hezaran sivîl ber bi herêmên ne ewle ve birevin bisekinîne. (İLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno