Komîsyona ku di Meclîsê de di çarçoveya hedefa “Tirkîyeye Bêteror” û xebatên derheqê pêvajoya çekdanîn û fesihkirina PKKê de bixebite îro di seat 11.00an de civîya. Ji civîna ku di Eywana Merasîm a Meclîsê de tê lidarxistin re Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş serokatîyê dike.
Hat îfadekirin ku ew ê di civînê de serê ewil Numan Kurtulmuş axavtina vekirinê bike û dûre temsîlkarên partîyên sîyasî nerînên xwe parve bikin û usul û esasên xebata komîsyonê were biryarkirin.
Komîsyona hatîye amadekirin, wê derheqê Biryara Micadeleya Bi Terorê re, Qanûna Cezaya Tirk û Qanûna Înfaza Cezayê de pêşnîyazên rastkirinê amade bikin; ew ê nerînên pisporan bigrin û li giştîyê Tirkîyeyê xebatên sehayê li dar bixin.
Di Komîsyona ji 48 kesan pêk tê de, AK Parti 21, CHP 10, DEM Parti 4, MHP 4, Partîya Rê ya Nû 3, HUDA PAR, Refaha Ji Nû Ve, TÎP, EMEP, DSP û DP jî bi yek temsîlkaran têne temsîlkirin. Partîya ÎYÎyê beşdarî komîsyonê nebû.
Hêna navê komîsyonê nehatîye zelalkirin lê ji teref partîyên sîyasî ve pêşnîyarên cuda têne mînak: AK Partî dibêje “Tirkîyeya Bêteror”, MHP dibêje “Piştgirî û Yekîtîya Netewî”, Partîya DEMê dibêje “Civaka Demokrat û Aştîyê”, CHPê jî dibêje” Mutabaqata Civakî û Edalet, Demokrastîyê”. (ÎLKHA)