Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî banga riayetkirina agirbestê kir

Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku bi şikleke bi lez bo wê qeyrana însanî ya ku herêma Xutaya Rojhilat kom bû, cardin banga “demildest” a riayetkirina agirbestê kir.

Ji ber bûyer û geşedanên li Sûrîyê Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî bi şikleke bi lez kom bû. Di civîna ku hat tertîpkirin de hat xwestin ku hêzên rejîma Sûrîyê yên ku Rûsya destekê dide wan riayetî wê agirbesta li Xutaya Rojhilat bikin.

Endamên Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser wê korîdora ku dê tê de alîkarî bê gihandin Xutayê jî sekinîn û mijarê nirxandin.

Berî niha destûr hatibû dayîn ku kerwana xurekê ya ku ji 46 qamyonan pêk tê biçe heremê. Lê belê tê diyarkirin nîvê alîkarîyan bi xwe jî hêj negihatiye li ber destên hewcedar. Li gor çavkanîyên Neteweyên Yekbûyî temamê malzemeyên tibbî ji teref rayedarên Sûrî ve hatine desteserkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe