Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê dicive

Hat ragihandin Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî bo wê agirbesta ku li Sûrîyê hatibû îlankirin û li gor wê nayê hereketkirin bi lez dicive.

Li ser teleba Fransa û Îngîltere ew ê Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî bi mijara nirxandina agirbesta 30 rojî ya li Sûrîyê dê li New Yorkê bi lez û bez bicive.

Ew ê 15 welatên ku endamên Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ne netîceyên li gor agirbestê hereketnekirinê binirxînin.

Di 24ê Sibatê de di Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî de bo agirbest li Sûrîyê bê îlankirin dengdayîn hatibû kirin û bi dengdayîna Rûsyayê jî bo 30 rojan li Sûrîyê agirbest hatibû îlankirin. Bi vê qerara ku hatibû dayîn hatibû armanckirin ku alîkarî li wan herêmên ku hêj lê şer berdewam dike bê kirin û kesên nexweş û birîndar bên tahlîyekirin.

Di serî li Gutaya Rojhilat û bi giştî li gelek deran li gor qerara Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî nehat hereketkirin. Konvoya alîkarîyê ya ewil di 5ê Adarê de gihaşt herêma ku lê şer heye, lê belê ji ber êrîşên asimanî ya rejîma Sûrîyê belavkirina alîkarîyê nîvco ma. Komên mafên mirovan destnîşan kirin di êrîşên ku hatin kirin de 68 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daneyên Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Îngîlterê ji 18ê Sibatê vir ve li Gutaya Rojhilat 800 kesên siwîl hatin kuştin û ji van herî kêm 177 kes zarok in.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin