Krîza di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ew ê bi diyaloga neteweyî were çareserkirin

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Faîq Zêdan, ji bo çareserkirina krîza destûrî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de, di 1ê Kanûna Pêşîn a 2026an de dest bi diyalogeke neteweyî dike.

Serokên çar desthilatên sereke yên Iraqê (Serokkomar Nîzar Amêdî, Serokwezîr Alî el-Zêdî, Serokê Parlamentoyê Heybet el-Helbûsî û Serokê Encûmena Dadweriyê Faîq Zêdan) li ser lidarxistina vê civînê li hev kirin.

Di daxuyaniya Serokkomarîyê de hat gotin: "Di civîna rayedarên payebilind ên Iraqê de, pêşniyara Faîq Zêdan a ji bo diyaloga neteweyî ya 1ê Kanûnê hat pejirandin." Her wiha hat destnîşankirin ku ev diyalog ew ê "nûnerên çar meqamên bilind û aliyên têkildar li gorî destûrê ji bo çareserkirina krîza Bexda û Hewlêrê bîne cem hev."

Ev gav piştî wê yekê hat ku di 24ê Mijdarê de hikûmeta navendî biryara kontrolkirina deriyên sînorî û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dabû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev biryar red kiribû û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandibû ku ev ferman "li gel gotûbêjên berê yên li Bexdayê ne hevgirtî ne." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Sason de şewatê axure de 110 bizî telef bîyî
Daxuyaniya Nexweşxaneyê
Divê em sînorê têrbûnê diyar bikin, ne sînorê birçîbûnê
Cihê tirbên mîran tê parastin
Li Mêrdînê 80 koçberên neqanûnî yên di tirê de bûn hatin girtin