Kurê Henîyye Abdusselam: Xwedê, bavê min gihaşt şehadetê ku ew daîma daxwaza wî bû

Kurê Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Abdusselam Henîyye weha got, “Bavê min di doza xwe de 4 caran dûçarê sûîqesatan bû lê pê tiştek nebû û Xwedê îro wî gihand şehadetê ku ew daîma daxwaz dikir.”

Abdusselam Henîyye, piştî şehadeta bavê xwe daxuyanîyan da. Abdusselam Henîyye di daxuyanîya xwe de weha got, “Ez bi tevî bavê xwe ji biçûktîya xwe heta îro bi tevî malbatên şehîdan jîyaneke sirgûn, esaret û zilmê dît, dîsa jî hemd ji Xwedê re ku me gihand vê şerefê.”

Abdusselam Henîyye destnîşan kir ku bavê wî heta niha 4 caran dûçarê sûîqestan bûye.

Henîyye weha ragihand, “Bavê min, ji yekîtîya netewî ya Fîlîstînê re ehemmîyetê daye, ji bo yekîtîya sefên berxwedana Fîlîstînê xebatê kirîye û ev sûîqest, ew ê qerarîya berxwedanê nede sekinandin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno