Lavrov: Tevlêbûna Ukraynayê di nava NATOyê de nayê qebûlkirin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku tevlîbûna Ûkraynayê di nava NATOyê de nayê qebûlkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov li paytext Moskowayê bi Wezîrê Karên Derve û Bazirganiya Derve yê Macarîstanê Peter Szijjarto yê ku serdana Rûsyayê dike re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de têkiliyên navbera Rûsya û Macaristanê di warên cuda de û mijarên navneteweyî hatin gotûbêjkirin.

Lavrov di civînê de axivî û diyar kir ku divê sedemên sereke yên çareserîya krîza Ukraynayê ji holê bên rakirin û got, "Yek ji wan sedeman jî hewldana NATOyê ye ku bi pêşveçûna xwe ya ber bi rojhilat ve Ûkraynayê bihelîne. Ev yek ji bo sînorên Rûsyayê xeterîyeke leşkerî çêdike. Rûsya Serokdewlet Vladimîr Pûtîn got ku Ukrayna ne ya qebûlkirinê ye ku bibe endamê NATOyê.”

Derbarê îhtimala cemidandina kêşeyên li Ukraynayê de jî Lavrov tekez kir ku "ev ne rêya ku ber bi aştiyê ve diçe." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno