Parêzer Ridvan Yapiciogluyê ku derbarê mexdûrîyetên lêpirsînên ewlehîyê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir diyar kir lêpirsînên ewlehîyê bi şikleke bi sihhet nayên kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê di wan lêpirsînên ewlehîyê de li gor rêjeya şexsîyeta sûc û edaletê hereket bê kirin. Ew îftîra û îthamên neheqîyê him şexsan û him jî malbatên wan mexdûr dikin.”
“Lêpirsînên ewlehîyê aştîya navxweyî tehdîd dikin”
Yapicioglu di berdewama axavtian xwe de qala zirara mexdûrîyetên ku ji ber lêpirsînên ewlehîyê derdikevin holê kir û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Ev lêpirsînên ewlehîyê dibin sedema mexdûrîyetan û ev yek jî aştîya navxweyî ya di civakê de tehdîd dike. Dema ku ev lêpirsînên ewlehîyê tên kirin divê ew kesên ku hêza qamûyê di destê xwe de digrin, hêzên asayîşê û îdare bi dîqqettir bin. Lewra bi vî awayî hereketkirin im li dijî mafên însanan e û him jî li dijî makeqanûnê ye. Wekî din jî ev mexdûryet de bibin sedem ku hêmanên aştîyê yên di nav civakê de zirarê bibînin.”
ÎLKHA