Leşkerekî Emrîqayê ji bo Xezzeyê xwe şewitand: Ez nikarim ji vê sûcê re bibim hevpar

Aaron Bushnell 25 salî ku di Hêzên Hewa yê Emrîqayê de aktîf wezîfe digre, ji bona ku ji qirkirin û qetlîama ku li Xezzeyê tê lidarxistin re bertek nîşan bide li ber Balyozxaneya Washingtonê ya rejîma îşxalker xwe şewitand.

Leşkerê Emrîqayê ku hat hînbûn ew di artêşa Emrîqayê de efser e û vîdeoya wî di medyaya civakî de hat belavkirin, di vîdeoyê de weha diaxive, “Niha ez ê protestoyekî bi şîddet lidarbixim encax li hember tiştên ku Filîstînî dijîn ev çalakîya min ne tiştekî mezin e.”

Bushnell ku bi tevî cil û bergê xwe yê leşkerî diçe ber Balyozxaneya Washingtonê ya rejîma îşxalker, benzînê li ser xwe dirêjîne û heta ku hilma wî biçike diqîrîne û dibêje “Ji Fîlîstînê Re Azadî”

Hat destnîşankirin Bushnell ji nexweşxaneya re hat rakirin û rewşa wî giran e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno