Li 17 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 65 binçavî

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li 17 bajaran li dijî DAÎŞê ev bû 5 roj e bi navê ‘Gurz-9’ operasyon tê kirin, di encamê de 65 şikdar hatin binçavkirin.

Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku li bajarên; Edene, Efyon, Enqere, Balikesîr, Çewlig, Bolû, Hetay, Stenbol, Kirikkale, Kîlîs, Qonye, Meletî, Mêrsîn, Mûxla, Seqerye, Sêwas û Rihayê bi navê ‘Gurz-9’ operasyon hatin lidarxistin.

Yerlîkaya diyar kir ku di encama operasyonan de 65 şikdar hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno