Li 2 bajaran ji perwerdehîyê re betlaneya berfê hat dayîn

Li Edîrne û Kirklareliyê ji ber barîna berf û cemedê perwerdehî ji bo rojekî hat sekinandin.

Rewşa hewaya sar û baran bi bandor berdewam dike.

Ji ber barîna berfê û cemedê îro li 2 bajaran perwerde ji bo rojekê hat rawestandin.

Li gorî vê yekê dê îro li Edîrne û Kirklareliyê perwerde neyê dayîn.

Li navçeya Uzunkoprûya Edîrneyê ji ber barîna berfê îro li hemû dibistanên li navenda bajêr û navçeyên din jî li dibistanên ku bi otobusan perwerdehîya wan tê dayîn, perwerde hat sekinandin.

Di daxuyaniya walîtiyê de hat destnîşankirin ku li navçeyên Îpsala, Enez, Keşan, Merîç û Uzunkopruyê barîna berfê zêde dewam dike.

Li navçeya Kofçaz a Kirklareliyê ji ber barîna berfê îro perwerdeya sewqê nayê lidarxistin.

Di daxuyanîya walîtiyê de hat destnîşankirin ku kesên astengdar û ducanî yên di sazî û dezgehên cemawerîyê de dixebitin jî wê ji bo rojekê di betlaneya îdarî de bên dîtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê