Li 22 bajaran operasyona DAÎŞê hat lidarxistin: 182 binçavî

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li 22 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hatine lidarxistin, di encamê de 182 kes hatin binçavkirin.

Wezîr Yerlîkaya, li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de diyar kir ku li 22 bajaran li dijî DAÎŞê operasyonên ‘Gurz-31-32-33’ li dar xistine û di encama wan operasyonan de 182 şikdaran binçavkirine.

Hat ragihandin ku ji 182 kesan 43yê wan hatine girtin, 24ê wan jî bi kontrola edlî hatine serbestberdan.

Ji teref Wezîr ve hat îfadekirin ku li bajarên Edene, Entelya, Aydin, Bûrsa, Bolû, Denîzlî, Dîyarbekir, Dûzce, Entap, Hetay, Mereş, Kirklarelî, Kirikkale, Kirşehîr, Mêrsîn, Stenbol, Îzmîr, Semsûn, Riha, Trabzon û Yozgatê ji teref Serdozgerîya Komarîyê ve emr hatîye dayîn û operayon hatine lidarxistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin