Li 4 bajaran ji ber berfê perwerdehî hat sekinandin

Ji ber berfa zêde û cemedê li navçeyên Şavşat û Yusufelîya Artvînê, Çamlîhemşîna Rîzeyê, Bayat, Bolu, Goynûk, Mudurnu, Seben û Kibriscikê yên Çorumê, ji ber berfa zêde û cemedê perwerdehîyê 1 roj hat sekinandin.

Artwîn

Di daxuyanîya ku ji teref Qeymeqamtiya Şavşatê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku li gor nirxandinên ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê hatin wergirtin ji ber barana zêde û cemedê li navçeyê dibe ku di çûn û hatinê de astengî çêbibin û ev agahî hatin dayîn:

Li Artvînê ji ber berfa zêde û cemedê li navçeyên Şavşat û Yusufeliyê perwerde hat sekinandin.

Rîze

Li navçeya Çamlihemşîn a Rîzeyê ji ber berf û cemedê perwerde hat sekinandin.

Çorum

Hat diyarkirin ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê perwerdeya li dibistanên seretayî û navîn ên li navçeya Bayat a Çorumê roja duşemê rojekê hat sekinandin.

Bolu

Di parvekirina li ser hesabê medyaya civakî ya Walîtiya Boluyê da hat diyarkirin ku ji ber barîna berfê û qeşayê ya bi tesir e li Boluyê 16ê Kanûnê roja Duşemê li hemû saziyên perwerdehiyê yên fermî û taybet li taxên Goynük, Mudurnu, Seben û Kibrîscîkê hat diyarkirin ku 1 roj hatin sekinandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno