Li 73 bajaran operasyona tiryakê hat lidarxistin: Hezar û 695 şikdar hatin qefaltin

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku di nav du hefteyên dawîn de li dijî tiryakfiroşan operasyon hatine lidarxistin, derheqê operasyonan de agahîyan da.

Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da û got ku li 73 bajaran operasyon hatine lidarxistin, di encama van operasyonan de 479 kîlo tiryak hatine bidestxistin, 783 hezar û 80 heb jî hebên tiryakê hatine bidestxistin.

Di operasyonan de 1.695 hatin binçavkirin.

Operasyon li bajarên; Entab, Enqere, Edene, Îzmîr, Qonye, Semsûn, Entalya, Stenbol, Mêrsîn, Riha, Manîsa, Balikesîr, Bûrsa, Hetay, Dîyarbekir, Qeyserî, Mûxla, Aydin, Qocaelî, Osmanî, Tekîrdax, Denîzlî, Zongildax, Eskîşehîr, Wan, Sêwas, Kutehya, Meletî, Efyon, Kirklarelî, Mereş, Amasya, Karabûk, Agirî, Çorûm, Erzîncan, Karaman, Qestamonû, Nîxde, Seqerya, Semsûr, Erzirom, Trabzon, Gîresûn, Kirikkale, Ûşak, Êlih, Dûzce, Eqseray, Çeneqqele, Edîrne, Bartin, Xarpêt, Isparta, Mûş, Newşehîr, Yalova, Ordû, Bîlecîk, Bêdlîs, Erdexan, Qers, Kîlîs, Rîze, Colemêrg, Sînop, Mêrdîn, Artvîn, Çewlig, Bolû, Burdur, Tokat û Yozgat in.

Di operasyonan de 2 hezar û 548 ekîb, 6 hezar û 350 personel, 18 wesayîtên hewayê û 37 kuçikên narkotîkê wezîfe girtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar