Li 76 barajan operasyona tiryakê: 2 hezar û 365 binçavî

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku li 76 bajaran li dijî tiryakê operasyon hatin lidarxistin, di encamê de 2 hezar û 365 şikdar hatin qefaltin, 1 ton û 444 kîlo maddeyên hişbir hatin bidestxistin.

Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de derheqê operasyonên ku di nav 2 hefteyên dawîn de li 76 bajaran hatin lidarxistin agahî da.

Di operasyonên ku bi koordînasyona serdozgerîya Komarîyê û Serokatîya Mucadeleya bi Sûcên Narkotîk ên Midûrtîya Giştî yê Ewlehîyê ve hatin lidarxistin de 3 hezar û 547 ekîb, 8 hezar û 867 personel, 38 wesayîtên hewayê û 72 kuçikên narkotîkê hatin wezîfedarkirin, 2 hezar û 365 şikdar jî hatin qefaltin.

Yerlîkaya destnîşan kir di operasyonên ku li bajarên ku di nav wan de bajarên wek Enqere, Stenbol û Îzmîr jî hene hatin lidarxistin de 1 ton û 444 kîlo maddeyên hişbir û 2 milyon û 376 heb hebên tiryakê hatin bidestxistin, “Em ji tacirên jehrê re çav venakin. Em misade nakin ku pêşeroja ewladên me tarî bikin, û em ê nekin jî.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê