Li Agirî, Erdexan, Erzirom, Îdir û Dêrsimê berf barîya

Bi taybetî li herêmên bilind ên herêma bakur, li hinek navçeyan berf xwe nîşan da.

Berfa ku ji doh ve li Agirîyê dibare, li herêmên bilind û çîyayan spî kir.

Gund û qezayên herêmê bi hatina zivistanê xwe bi berfê xemiland.

Li herêmên ku berf barîya qalindahîya berfê zêde kirîye.


Li Erdexanê jî hewaya sar tesîrdar e.

Li bajêr bi tesîra hewaya sar dem bi dem dinya mij bû.

Berfa ku doh li Erziromê dest bi barînî kir tesîra xwe zêde kir, cîhên bilind spî kir.

Li Qersê jî berf barîya lê berfa ku barîya jiyanê bi xerabî tesîrdar kir.

Li bajêra ku mij jî tesîrdar bû, dûrahîya dîtinê gelek kêm bû.

Doh di saetên nîvroyê de li Îdirê jî berf dest pê kir û heta êvarê berdewam kir.

Li cîhên bilind ên Dêrsîmê jî berf xwe nîşan da.

Meteorolojî, hişyarî da ku ew ê van rojan berf ewakî be û bibare, ji ber vê yekê bila welatî baldar bin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman ji bo xelkê Xezzeyê xwarinên fitarê amade dike
3 jê wan zarok 6 kes birîndar bûn
Ji bo malbatên hewcedar alîkarî
Dozvanekî muwahhîd: Malcolm X
Qerejdaxî: Rayê ma biyo xırabe, kes vengê ma nêşêno