Li Agiriyê di navbera xizman de pevçûna erd: 1 mirî, 2 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Bazîdê ya Agirîyê, piştî şerekî ku tê îddîakirin ji ber nakokiya erd derketiye, kesekî canê xwe ji dest da û bav û kurek hatin binçavkirin.

Bûyer, li gundê Yakacik ê gundê Gungoren ê navçeyê qewimî.

Li gorî îddîayan, nakokiya di navbera H.A. (46) û kurê wî V.A. (15) û xizmê wan E.A. (26) de li ser pirsgirêkek erdê zû veguherî şer. Di dema şer de, E.A. hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bû.

Piştî xeberdayînê, ekîbên cenderme û yên tenduristiyê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin.

E.A. yê ku ji aliyê ekîbên tenduristî ve rakirin nexweşxaneyê, di rê de hat tespîtkirin ku miriye.

Bav û kurê ku piştî bûyerê reviyabûn, di encama operasyona ekîbên cendirmeyan de hatin girtin û hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab
Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî