Li Agiriyê qamyonek û wesayîtekî li hev qelibîn: 5 kes mirin

Li navçeya Xemûr a Agiriyê, di lihevketina qamyonek û wesayîtekî de 5 kes canê xwe ji dest dan û şofêrê qamyonê jî birîndar bû.

Qeza, li çarrêya Xemûr-Tûtaxê qewimî.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, qamyona bi plaqeya 04 AAY 361, ku bi şekir barkirî bû û ji hêla M.K. ve dihat ajotin, bi wesayîta bi plaqeya 34 CCP 485, ku navê şofêrê wê hêj nayê zanîn, li hev qelibîn.

Li ser xeberdayîna welatiyên herêmê, ji herêmê re gelek ekîbên tenduristiyê, polês û AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di lêkolîna ku ji hêla ekîbên tenduristiyê ve hat kirin de, hat diyarkirin ku 5 kesên bi navê F.K. (15), V.K. (72), D.K. (62), A.K. (36) û kesekî nasnameya wî nehat zanîn ku di wesayîtê de bûn, li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane.

Şofêrê qamyonê M.K. yê ku di qezayê de birîndar bûbû, piştî tedawîya ewil a li cîhê bûyerê bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Lêkolîner û nivîskar Vahdettîn Înce, ku agahiyên li ser medyaya civakî parve kir, nivîsand ku kesên ku di qezayê de canê xwe ji dest dane zavê wî, xwişka wî, du zarok û nevîyek wan in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Serokwezîr ji rayedaran xwest ku bila derîyên we ji gel re vekirî be
HUDA PARê 5. Kongreya xwe ya Asayî ya Bajarê li Dîyarbekirê li dar xist
Şewata li zevîya petrolê hat vemirandin
4 mirî, 1 birîndar
Unsurên PKKê bi fermî tevlî sîstema ewlehîya Îraqê bûn