Li Agirîyê şerê çekdarî: 5 birîndar

Di navbera malbatên ku ji berê ve di nav wan de neyartî hebû de şer derket, di şer de dar, kevir û çek hatin şixulandin.

Malbatên ku di seatên serê sibehê de rastî hev hatin bi hev re şer kirin. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li ser Ceddeya Valî Konagiyê neyarên ku di nav dolmîşê de rastî hev hatin dest bi şer kirin.

Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku di navbera wan de bi dar, kevir û çekan pevçûn derket.

Di şerê ku pêk hat de H.Y., A.Y., Y.Y., T.Y., M.T. ji cîhên cuda birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku piştî bûyerê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Agirîyê û nexweşxaneya taybet re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.

Polêsê ku ji ber şer ji çûndin û hatinê re rê girtibû dest bi tehqîqatê kir.

Dolmîşa ku di şer de zerarê dît bi kaşkaşokê ji nav rê hat rakirin û rê ji nû ve ji çûndin û hatinê re hat vekirin.

Polês li herdu nexweşxaneyan jî ewlehîyê digrin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno