Li Almanya di nava 3 mehan de nêzî li 40 mizgeftan êrîş hat kirin

Li Almanya ji serê salê vir ve heta niha êrîşî nêzî 40 mizgeftan hat kirin.

Hat diyarkirin ji serê salê vir ve li Almanya êrîş li 38 mizgeftan hat kirin. Êrîşa herî dawî doh di wextên şeveqê de li bajêra Kassela Almanya li mizgefta bi navê Yunus Emre hat kirin.

Êrîşa ku ji teref 4 kesan ve hat lidarxistin ji teref kamereyan ve hat qeydkirin. Di encama êrîşê de di mizgeftê de xisar pêk hat.

Li Almanya digel vê êrîşa dawî ya ku li Mizgefta Yusun Emre hat kirin hejmara êrîşên ku îsal ji serê sala vir ve hatin kirin derket 38an ku ev yek bû sedema berteka sazîyên civakên siwîl.

Her weke ku dê bê bîran  Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer berî niha di daxuyanîya ku dabû de diyar kiribû “Îslam ne aîdî Almanyayê ye” û dijberîya xwe ya Îslamê eşkere kiribû.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin