Li Almanya êrîşên li ser camîyan berdewam dikin

​Li cûrbecûr bajarên Almanyayê dîsa êrîş li ser mizgeftan hat kirin. Her wisa hat diyakirin ji bilî mizgeftan êrîş li sazî û kargehên ku aîdî welatîyên Tirkîyê ne jî hatin kirin.

Li bajêra Kolna girêdayê parêzgaha Ren-Vestfalyaya Bakûr e êrîş li Mizgefta Eyup Siltan hat kirin  û li ser dîwarê camîyê bi Almanî “Her der Efrîn” û “YPG” hat nivîsandin.

Polês ji ber ku pêwendîya êrîşan wek sîyasî nirxand derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Her wisa ji bilî camîyan li gelek deran êrîş li sazî, kargehên ku aîdî welatîyên Tirkîyê ne hat kirin.

Berî vê çendakî ji ber harekata Efrînê bo PKKyîyan bangewazîya “çalakîyên radîkal” hatibû kirin, polês li ser vê pêwendîya êrîşan û vê bangewazîyê disekine.(ÎLKHA)






















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe