"Ji ber ku meha Sibatê meha şehadetê ye, Cemiyeta Mustezafan û Platforma Karwana Şehîdan, roja înê 6'ê Sibatê saet di 20.00'an de li Salona Konferansê ya Selahedînê Eyûbî bernameyeke Bîranîna Şehîdan li dar dixin.
Serokê Platforma Karwana Şehîdan Ömer Çelik der barê bernameya 'Şeva Şehîdan' de daxuyanî da. Çelik bal kişand ser giringiya têgeha şehadetê û ehemmiyeta van bernameyan ji bo civakên Îslamî û bang li gel kir ku beşdarî çalakiyê bibin.
'Civakek ku evîndarê şehadetê be, tu carî nebûye kole'
Çelik got: 'Wekî tê zanîn, bi salan e li seranserê cîhanê hemû saziyên Îslamî yên ku dilê xwe dane vê dozê û ji bo vê dozê têdikoşin, meha Sibatê wekî meha şehadetê dinirxînin. Di vê mehê de belgefilm, sempozyûm, panel, axaftin û carna jî mîtîngên ku jiyana şehîdan vedibêjin tên lidarxistin. Bêguman di mehên din de jî şehîdên me pir in. Lê ji ber ku di vê mehê de gelek pêşeng û rêberên dozê şehîd bûne, tevger û cemaatên Îslamî li cîhanê ev meh bi vî rengî qebûl kirine.'
Çelik destnîşan kir civakên ku hişmendiya şehadetê tê de pêş ketiye tu carî nabe kole û wiha domand: 'Armanc ev e; em ji nêz ve bawer dikin ku ev doz li ser xwîna şehîdan dimeşe û xwîna şehîdan ji bo vê dozê wekî lokomotîfekê ye. Kengî civakek bû evîndarê şehadetê û hişmendiya şehîdbûnê tê de pêş ket, ew civak tu carî nebûye kole û zincîr li lingên wê nehatine xistin. Lê kengî civakek xwe di nav nîmetên dinyayê de winda kir; şehîdbûn, şehadet, cîhad û têkoşîna di riya Xwedê de ji bîr kir, ew civak zelîl bûye, di bin lingên dijminên Îslamê de hatiye perçiqandin; rûmet, îzzet û her tiştê xwe winda kiriye.'
'Em li benda hemû birayên xwe yên evîndarên şehadetê ne'
Çelik bangawaziya xwe ya ji bo bernameyê wiha bi dawî kir: 'Wekî Cemiyeta Mustezafan û Platforma Karwana Şehîdan, em her meha Sibatê bername û panelan li dar dixin da ku doza şehîdan fêm bikin, bizanibin çima şehîd bûne û ya herî giring jî bibînin ka çi mîras ji me re hiştine. Em dinirxînin ka em ê wê ala ku me dewr girtiye heta ku derê bibin û em çiqas jê re sadiq mane. Roja 6'ê Sibatê di saet 20.00'an de li Salona Konferansê ya Selahedînê Eyûbî bernameya me ya ji bo mêran heye. Em li benda hemû birayên xwe yên evîndarên şehadetê ne.'"