Li Amedê bi helîna berfê re rêyên xerabe û çelên kûr derketin holê. Welatî ji ber zirara wesayîtên xwe daxwaza çareseriyê ji rayedaran dikin.
Piştî berfa ku rojên borî li Amedê bibarî, bi germbûna hewayê û barîna baranê re berf di demeke kurt de heliya. Bi vekişîna berfê re, di serî de rêyên sereke (arter), li gelek kolan û kuçeyan rewşa xirab a rêyan diyar bû. Li gelek derên bajêr hat dîtin ku asfalt parçe bûye, çelên kûr çêbûne û li hinek herêman jî erd hilşiyaye.
Nexasim li ser rêyên sereke yên ku şofêr pir bi kar tînin, ev çelên ku çêbûne hem ewlehiya trafîkê dixe xeteriyê hem jî dibe sedema zirara madî ya li ser wesayîtan. Welatiyên ku ji ber rêyên xerabe mexdûr bûne, bertek nîşanî rayedaran dan û daxwaz kirin ku xebateke mayînde ya nûjenkirinê were destpêkirin. Şofêr dan zanîn ku pînekirinên (yamaların) demkî nabin çareserî û xwestin ku rê di demeke nêz de werin çêkirin.