Li Amedê Cihên Firotin û Serjêkirina Qurbanan Hatin Diyarkirin

Beriya Cejna Qurbanê ya ku nêzîk dibe, ji bo kirîn û firotina heywanên qurbanê û karûbarên serjêkirinê yên ku dê di dema cejnê de werin kirin, navnîşên li Amedê hatin diyarkirin.

Ji bo ku xebatên firotina qurbanan a ku ji ber Cejna Qurbanê pir bi qerebalîx derbas dibe bi awayekî tendurist bimeşin, li seranserê Amedê 9 xalên cuda hatin diyarkirin. Ajaldar dê karibin heywanên xwe li van navnîşên diyarkirî pêşkêşî firotinê bikin. Her wiha, ji bo kesên ku dê ibadeta qurbanê bînin cih jî, bi berçavgirtina mijarên wekî qirêjiya hawirdorê û paqijiyê (hîjyen), 18 navnîşên cuda yên serjêkirinê hatin destnîşankirin.

Cihên firotina qurbanan ên ku li navenda bajarê Amedê û navçeyên wê hatine diyarkirin wiha ne:

  1. Borsa Heywanên Zindî ya Şaredariya Bajarê Mezin: Li ser Rêya Mêrdînê, Bazara Heywanên Zindî

  2. Şaredariya Bajarê Mezin Dorhêla Kömür Tevzi ya Şehîtlikê

  3. Meqera Taxa Yenîkoyê (Malên Îskanê): Li hemberî Goristana Yenîkoyê, Bazara Heywanên Qurbanê

  4. Kayapınar: Li hemberî Stadyuma Bajêr, Bulvara Laleş, Talaytepe

  5. Taxa Yeşil Vadi: Çewlikên Ajaldariyê, Rêya Kevn a Mêrdînê, Kîlometreya 10an

  6. Cihê Serjêkirina Heywanan a Şaredariyê (Mezbex): Taxa Çelebî, Kolana Rêya Kevn a Hênê, No: 251 / Pîran (Dicle)

  7. Bazara Heywanan: Taxa Derelî, Kolana Ferîkoğlu / Hêne (Hani)

  8. Bazara Heywanan a Licê: Taxa Pazarê / Licê

  9. Cihê Serjêkirina Qurbanan a Muftîtîya Navçeya Çûngûşê: Mezbexa Qesabê Akmeşe, Taxa Camîsukê, Kolana Cumhuriyetê / Çûngûş


Cihên serjêkirina qurbanan jî wiha ne:

  1. Navçeya Sûrê: Kombînaya Kamer-Et, Li ser Rêya Mêrdînê

  2. Navçeya Sûrê: Kombînaya Güler-Et, Li ser Rêya Mêrdînê

  3. Bağlar: Saziyên Goşt ên Hevgirtî yên Beymîrê, Taxa Övündüler, OSB Kolana 8an, No: 29/1

  4. Bağlar: Fermandariya Baregeha Cetan a 8an a Hêzên Asmanî, Cihê Şûştina Otomobîlan, Li ser Rêya Mêrdînê, Taxa Yunus Emre

  5. Bağlar: Çewlika Ajaldariyê ya Tuna, Taxa Övündüler, OSB Kolana 5an, No: 10/1

  6. Yenişehir: Qada Betonê ya di nav Lojmanên Kurdoğlu de

  7. Yenişehir: Cihê Bazara Avahiyên Komî ya Üçkuyularê

  8. Yenişehir: Seyrantepe Avahiyên Komî, Etaba 1an, Li pişt Avahiya Îdareyê

  9. Kayapınar: Li ser Rêya Rihayê, Lojmanên Ewlekariyê (Yên Nû), Li kêleka Avahiya Sîstema Germkirina Navendî

  10. Kayapınar: Stadyuma Bajêr, Dergeha No 1, Qada Parkkirina Otomobîlan (Otopark), Talaytepe

  11. Mezbexa Rêveberiya Herêmî ya Weqfan: Taxa Kalê, Girê Ziyaretê / Eqîl (Eğil)

  12. Cihê Serjêkirina Şaredariyê: Cihê Serjêkirina Şaredariya Sîvanê / Farqîn (Silvan)

  13. Mezbexa Şaredariya Licê: Taxa Yenişehirê / Licê

  14. Cihê Serjêkirina Şaredariyê: Taxa Yeşilköy, Bulvara Turgut Özal, No: 154 / Qulp

  15. Mezbexa Şaredariyê: Taxa Merkez, Kolana Lale, Mezbexa Şaredariyê / Hêne (Hani)

  16. Cihê Serjêkirina Heywanan a Şaredariyê (Mezbex): Taxa Çelebî, Kolana Rêya Kevn a Hênê, No: 251 / Pîran (Dicle)

  17. Cihê Serjêkirina Qurbanan a Muftîtîya Navçeya Çûngûşê: Mezbexa Qesabê Akmeşe, Taxa Camîsukê, Kolana Cumhuriyetê / Çûngûş

  18. Ergani: Kombînaya Goşt a Nû ya Erganiyê

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Zafêrî 20 hezar heywanî sevk kerdene
Sêwreg de Karwanê Umidi ra keyeyanê muhtacan rê tewgiri
Merasîma xatirxwestinê hate lidarxistin
Hîva Sor a Efxenistanê serdana Karwana Hêvîyê kir
2 kes mirin 3 kes jî birîndar bûn