Li Amedê, derbarê Nexweşxaneya Dicle Memorialê ya ku li du navnîşanên cuda xizmeta tenduristiyê dide, îddayên ku li navenda xwîn girtinê girîngî nayê dayîn "nehêniya (mahremiyet) jinan", bûn sedema bertekan.
Li gorî îddayan, nexweş Fatma Özer a ku ev demeke li Nexweşxaneya Dicle Memorialê tetkîk û kontrolên xwe dikir, bi rênîşandana doktorê xwe çû beşa xwîn girtinê û dît ku ji bo jinan qadeke taybet tune ye. Nexweş Özer a ku ji ber mijara nehêniyê ji vê rewşê nerehet bû, mijar bi personelên tenduristiyê re parve kir. Personelan diyar kir ku divê ew vê daxwaza xwe bi daxwaznameyekê ji rêveberiya nexweşxaneyê re bişîne.
Özer daxwaza xwe ya ku "divê kabînek ji bo jinan were çêkirin" gihand rêveberiyê, lê ji rêveberiya nexweşxaneyê bersiva redê girt. Rêveberiyê wiha bersiv da:
"Li cihê xwîn girtinê, çêkirina cihekî taybet ji bo jinan nemumkun e!"
Özer a ku pêvajoya nexweşxaneyê û hevdîtina xwe ya bi rêveberiyê re parve kir, mexdûriyeta ku di mijara îhlalkirina nehêniyê (mahremiyet) de jiyaye, bi van gotinan îfade kir:
"Nêzîkî 4-5 sal in ez bi peryodên birêkûpêk li Nexweşxaneya Dicle Memorial a Amedê tetkîk û tedawî dibim. Dema ku ez çûm xwînê bidim, min dît ku ji bo jinan qadeke taybet tune ye. Min ji hemşîreyên li wir re got ku ez jineke bibaş (tesettürlü) me û ji ber baweriya xwe ez dixwazim li cihekî din xwînê bidim. Hemşîreyan jî gotin ku îmkana nexweşxaneyê ya wiha tune ye. Gotin ku li cihê xwîn girtinê qadeke biçûk a bi perde heye û ji ber ku tenê kursiyek lê cih dibe, ew dikarin li ser pêyan xwîna min bigirin. Ez rûniştim, hemşîreyê jî li ser pêyan xwîna min girt. Ji bo ku xwîn bi rengekî hêsantir were girtin, ji min re gotin ku divê ez daxwaznameyekê bidim rêveberiya nexweşxaneyê."
Özer di berdewamiyê de wiha got: "Min daxwazname da rêveberiya nexweşxaneyê. Lê belê ji min re gotin ku ev yek ne mimkun e. Min jî jê re got ku nexweşxaneyeke wiha pêşketî dikare li cihê xwîn girtinê ji bo jinên bibaş bi hêsanî qadeke wiha çêbike. Lewra ez dizanim ku mafê nexweşan heye ku li gorî baweriyên xwe werin tedawîkirin. Min got ku daxwazeke min a mirovî bi hêsanî dikare were bicîhanîn. Lê mixabin, li hemberî xwe min kesekî ku min fêm bike ne dît. Min rewş ji ajansa we ya nûçeyan re ragihand. Di çûyînên min ên din de jî min dît ku heman rewş didome û nexweşxaneyê di vê mijarê de tu gav neavêtiye."