Cîgirê mudirê Dibistana Seretayî û Navîn a Enver Geçgel Deniz Yücel ku li navçeya Gêlê ya Amedê peywirdar e, xwendekarê piçûk ê ku di xetereya bifetisînê de bû bi sepandina manevraya Heimlichê ji mirinê rizgar kir.
Di dîmenan de tê dîtin ku Yücel ê ku bi saya perwerdehiya alîkariya yekem (pêşî) a ku standiye midaxeleyî xwendekar dike, bi manevraya Heimlichê re dibe sedem ku xwendekar ji nû ve bêhnê bistîne.
Ev bûyera ku hat jiyîn, giringiya jiyanî ya perwerdehiya alîkariya yekem careke din derxist ber çavan.