Li Amedê li navçeya Rezan zarok di bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” de hatin cem hev

Ji teref Platforma Nesla Quranê ve li navçeya Rezan a Dîyarbekirê bi beşdarbûna bi sedan zarokan bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin.

Zarokên ku di meha havînê de perwerdehîya nimêjê girtin, li navçeya Rezan bi bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” perwerdehîya xwe dawî kirin.

Platform ji zarokên ku emrên wan biçûk in re dersên Qurana pîroz, edep, aqîde, sîyer û fiqhê da.

Zarokên ku perwerdehîya wan dawî bûn, li Camîya Dogu Yapiyê hatin cem hev, nimêja esrê kirin û bi tevî kaxizên ku li ser dihat nivîsandin, “Nimêj xwarina rih e, nimêj ronahîya çavê min e” heta Ceddeya Mamosteyan meşîyan û li vê derê beşdarî bernameyê bûn.

Zarokên ku hatin cîhê bernameyê, li cîhê ku ji wan re hatibû amadekirin rûniştin.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir û derheqê ehemmîyeta nimêjê de axavtinek hat kirin.

Di axavtinê de bal hat kişandin ku nimêj îbadeta herî ku Xwedê jê hez dike ye, ji ber vê yekê yên ku dixwazin xwe nêzê Xwedê bikin bila nimêj bikin.

Piştî axavtinê du rekaet nimêja şikrê hat kirin û dûre şiîr û îlahî hatin xwendin.

Di bernameyê de leyîstika Hecîwat-Karagozê û teqandina balonan jî hatin leyîstin. Herî dawîn dua hat kirin û bername dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno