Li Amedê Mîtînga Huda Parê

Bi minasebeta salvegera 26an ya qetlîama Helebçeyê, Huda Parê li meydana Îstasyona Diyarbekirê

Bi minasebeta salvegera 26an ya qetlîama Helebçeyê, Huda Parê li meydana Îstasyona Diyarbekirê, bi navê “Ji Şêx Seîd Heta Roboskîyê, kurdên mezlûm misluman” bi tevliyeke mezin mîtîngek li dar xist.

 Beriya destpêka mîtîngê Bîlal li ser qetlîama Helebçeyê sitran gotin. Millet bi tekbîr û sloganan, bi ala û flamayên Huda Parê, destek da û beşdarî mîtîngê bû. Mîtîng bi xwendina Quranê dest pê kir.

 Namzetê Huda Parê yê belediya Bağlarê Vedat Tûrgût, bi kurdî li ser mezlûmiyeta kurd û mislumanan sekinî. Beyan kir ku avabûna Huda Parê, ji bo xelkê mezlûm û mustezefan mîzgînê dide.

 Dûre namzetê belediya bajarê mezin parêzer M. Huseyîn Yilmaz, li ser micadela mustezefan û avabûna Huda Parê xeber da.  Da zanîn ku doz û armanca wan, ya Seîda ye û ji bona vê dixebitin.

 Pey îlahiyên bicoş serokê giştî Zekeriya Yapicioğlu xeber da.

Bal kişand ser qetlîama Helebçeyê ku dinya jê re bêdeng mabû. Dûre behsa êrîş û xerabiyên zaliman kir û wiha got: “Zalim û zorba her zeman eynî hîleyê bi kar tînin. Dixwazin hizûra însaniyetê hilînin.

 Do li Hekkarî li Geverê, îro li Fîskayayê tiştên dibin, hîleya zalima ye ku dixwazin mustezefan bera hev bidin. Ey Kurdistan! Ey Kurdên bêxwedî û mezlûm! Hişyar bin. Reçeta xelasiyê li deverên şaş negerin. Reçeta azadiyê bi Îslam e, bi emrên Quran e.”

 Yapicioğlu wiha dewam kir: “Sebra me ji bona hizûra millet xera nebe. Eger em bixwazin em dikarin nehêlin ku hûn mîtînga li dar bixin û derkevin kuçan.” Xeberdana xwe li ser yekîtîyê dewam kir ku bi duayê qedand. 

                                   ​BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Diyarbakır Haberleri

Çınar-Mazıdağ'ı karayolunda kaza: Kadın ve çocuklar yaralandı
Meteoroloji’den Diyarbakır ve Şanlıurfa için kuvvetli rüzgar uyarısı
Diyarbakır'da Ağustos ayında meydana gelen 707 trafik kazasında 3 kişi öldü 589 kişi yaralandı
"Sen de Bir Yetimi Okut" kampanyası sevinç oldu
Odyolog Şimşek: İşitme kaybı erken teşhisle kontrol altına alınabilir