Li Amedê qir û xunavê dîmenên mîna kartpostalan derxistin holê

Li Amedê pêla sermayê ya ku rojên dawî bi bandor e, li gel qir û xunava ku serê daran û qadên kesk girtiye, şahiyeke dîtbarî derxist holê.

Sermaya dondurker a ku rojên dawî li Amedê bandora xwe zêde kiriye, rûyê sar ê zivistanê nîşanî her derê bajêr da. Bi daketina germahiya hewayê ya di binê sifrê de, li gelek cihan xunav (qeşa) çêbû û berî barîna baranê, li qadên dîrokî û xwezayî dîmenên mîna kartpostalan derketin holê.

Bi taybetî li Baxçeyên Hewselê, li herêma Hezretî Silêman û li qadên kesk ên li binê Sûrên dîrokî, xunava ku çêbû dîmenên bêhempa afirandin. Xunava ku çiqilên daran û giya spî kirin, bala welatiyên ku serdana herêmê dikin jî kişand.

Navçeya Sûrê û Baxçeyên Hewselê ku bi tevna xwe ya dîrokî û xwezayî tên naskirin, bi bandora sermayê bûn qada dîmenên zivistanê; gelek kesan van kêliyan bi telefonên xwe yên destan kişandin.

Piştî barana ku îro serê sibê li hin herêman dest pê kir, tê payîn ku di rojên pêş de pêleke nû ya sermayê were.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Emrîka û rejîma sîyonîst şikestinek mezin xwarin
Ji ber barîna zêde cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin
Vora ra raya 82 cayanê bınayışi ameye gırewtene
Berfeke zêde dibare
Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin