Li Amedê yekem muqabela Remezanê: Mizgeft ser û binî tev tije bûn

Bi hatina meha pîroz a Remezanê ku wekî meha rehmet, bereket û baxşandinê (mexfiret) tê qebûlkirin; li hemû mizgeftên Amedê xelekên muqabeleyê hatin avakirin.

Bi destpêkirina Remezanê re, li Amedê di nav camiyan de heyecana muqabeleyê ya pêşîn hebû. Welatî piştî nimêja nîvro kom bi kom çûn mizgeftan, guh dan xwendina Quranê û bi vî awayî ruhê meha pîroz bi hev re parve kirin. Li her derê bajêr xelekên Quranê hatin danîn û cîh di mizgeftan de nema.

Sunneta muqabeleyê ku wekî xwendina Quranê ya bi hevdu re tê zanîn û Pêxemberê me Mihemed (s.a.v) her sal di meha Remezanê de bi Cebraîl (e.s) re pêk dianî, li Amedê jî bi coşeke mezin tê vejînkirin. Bernameyên muqabeleyê ku di serî de li mizgeftan, paşê di mescîd û malan de dest pê kirine, welatiyên ji her temenî tînin cem hev.

Muqabele ku yek ji sunnetên herî girîng ên meha Remezanê ye, zêdetirî 1400 sal in ku bi kelecana roja pêşîn tê domandin. Amedî jî bi serbilindî û kêfxweşiya parastina vê kevneşopiya qedîm dijîn û bi qiraeta Quranê dilê wan bi hizûr û aramiyê tije dibe.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin