Di Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ji ber ku hevdîtinên budçeyê hatin sekinandin hikûmet di nav 3 heftîyan de careke din hat asta girtinê.
Ji ber qeyranê ji sedî 40ê personelên qamûyê yên ku hejmara wan 2 milyon e ew ê bi destûra bêheq bên şandin malên xwe. Ew ê hêzên ewlehîyê, îtfaîye, Serokatîya Xizmetên Daristana Neteweyî, xebatkarên postaxanê karên xwe bidomînin.
Ji teref Wezareta Parastinê ve hat ragihandin ew ê personelên ku cil û bergên leşkerî li ser wan in xebatên xwe bidomînin, encax ew ê ji exlebeyê personelên siwîl bê xwestin ku biçin malên xwe.
Herî dawî di sala 2013an de di heyama Barack Obama de hikûmet 13 caran hatibû girtin.
ÎLKHA