Li Arakanê artêş qetlîamekî nû kir

Li Myanmara ku di bin îdareya leşkerî de ye, artêş ji Girava Ramreeya ku girêdayê wîlayeta Arakanê ye re êrîşa asîmanî li dar xist, ji Misilmanên Arakanî (Rohîngya) 41 qetil kirin, 50 kesan jî birîndar kirin.

Artêş, ji gundê Kyauk Ni Maw ku girêdayê Girava Ramreeyê ye re êrîşa asîmanî li dar xist.

Di êrîşa ku du balafirên herbê yên artêşê pêk anîtin de 41 kesan canê xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku di êrîşa asîmanî de gelek xanî xesarê dîtin, gelê herêmê jî ji bona ku agirê derketîye bivemirînin seferber bûn.

Artêşa Arakanê ku komekî bi artêşê re pevçûnê dike ye, ev bû nêzê salekî ye gundê Kyauk Ni Mawyê di bin kontrola xwe de digre.

Berdevkê Artêşa Arakanê Khaing Thukha, îfade kir ku artêş, sîvîlan hedef digre û sûca herbê bikartîne.

Hat îfadekirin ku gund ji Adara 2024an de ji destê komên îsyankaran ketibû bin kontrola Artêşa Arakanê.

Artêşa Myanmarê, piştî îddîayên ku di hilbijartina 2020an de hîle hatîye kirin û li welat gengeşîya sîyasî pêk hatîye, di 1ê Sibata 2021an de dest dabû ser bireveberîyê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin