Li Avustralyayê barana zêde û lehî: 3 kes mirin

Hat ragihandin ku hejmara qurbaniyên baran û lehiyên zêde li wîlayeta New South Wales (NSW) ya Avusturalya gihîştiye sê kesan.

Serokwezîrê Wîlayeta New South Wales (NSW) Chris Minns ragihand ku bahoza ku tesîrî herêmê kiriye, li hinek deverên perava bakur û herêma Hunter jî zirar dîtiye.

Minns got, "Gelek kesan qet ev astê lehiyê an jî şelalê di civakên xwe de nedîtine," û destnîşan kir ku asta avê di çem û golên herêmê de gihîştiye astên ku ji salên 1920an vir ve nehatine dîtin.

Rayedarên meteorolojiyê hişyarî dan ku bûyerên lehiyê yên talûke ew ê berdewam bikin.

Hate diyarkirin ku barana zêde û lehiyê tesîreke xerab li ser pergalên telekomunîkasyonê yên li herêmê jî kiriye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin