Saziyên civaka sivîl ên îslamî li Dîyarbekirê ew ê ji bo protestokirina neheqî û îxlalkirinên mafên mirovan ên ku li Azerbaycanê ji ber mijara nixumandinê têne jiyîn, civîneke çapemeniyê li dar bixin.
Daxuyaniya ku ew ê bi slogana "Li dijî zilma nixumandinê ya li Azerbaycanê bêdeng nemînin" were dayîn, ew ê sibê piştî nimêja înê li Mizgefta Mezin a Dîyarbekirê were dayîn.
Raya giştî ji bo civîna çapemeniyê tê dawetkirin. (ÎLKHA)