Li Balafirgeha Hong Kongê balafireke barhilgir ket: 2 kes mirin

Balafireke barhilgir ji Dubîayê dema ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Hong Kongê dadiket ji rê derket û kete behrê. Di qezayê de du endamên ekîba erdê mirin, lê mirettebat sax hatin rizgarkirin.

Îro serê sibê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hong Kongê, balafireke barhilgir dema daketinê ji rê derket û kete behrê. Polêsan got ku di bûyerê de du endamên ekîba erdê mirine.

Rayedaran gotin ku qurbanî du zilamên 30 û 41 salî bûn, ku di servîsa balafirgehê de bûn ku balafir lê ket. Piştî bûyerê, pista bakur a balafirgehê bi demkî hate girtin.

Operatorê balafirgehê ragihand ku balafireke barhilgir a Air ACT Boeing 747 ji Dubayê di dema daketinê de ji rê derket û kete behrê. Dîmenên ku ji hêla Reuters ve hatine parvekirin nîşan didin ku beşek ji laşê balafirê di bin avê de maye, şemitoka tahliyekirina awarte vebûye û pêşiya balafirê ji dûvê veqetiyaye.

Karbidestên balafirgehê ragihandin ku çar endamên ekîba di balafirê de hatine rizgarkirin. Li gorî South China Morning Post, her du qurbanî di wesayîta balafirgehê de bûn ku balafir lê ketibû.

Emirates Airlines daxuyaniyek belav kir û got ku balafireke barhilgir a bi firîna AK9788 ji aliyê Air ACT ve hatiye kirêkirin û di dema bûyerê de mirettebat ewle bû. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ti bar di balafirê de nehatiye hilgirtin.

Air ACT Airlines, ku navenda wê li Tirkiyeyê ye, wekî şîrketeke taybet a Tirkiyeyê tê zanîn ku kapasîteya barhilgir ji bo balafirên navneteweyî peyda dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qumarê de zirarên cidî yên psîkolojîk û civakî hene
Pêdiviya vî welatî bi HÜDA PARê heye
1 jê giran 3 kes birîndar bûn
Li Bedlîsê rêyên 35 gundan ji ber berfê hatine girtin
2 otomobîl zirar dîtin