Li Balikesîrê di kargehekê de teqîn: 12 kes mirin

Di teqîna ku li navçeya Karesî ya Balikesîrê li kargeha hilberîna teqemenîyan pêk hat de 12 kesan canê xwe ji dest dan.

Walîyê Balikesîrê Îsmaîl Ustaoglû ragihand ku di teqîna ku li kargeha ku teqemenî lê dihat çêkirin de mirî û birîndar hene.

Ustaoglû ragihand ku li gorî diyarîyên ewil di teqînê de 12 kesan canê xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku 3 kes birîndar bûne.

Walî Ustaoglû diyar kir ku di teqînê de îhtîmala sabotajê tunebû û weha got: "Ez sersaxîyê ji gelê me re dixwazim. Di tesîsa me ya ku teqemenîyê çêdike de teqînek pêk hat. 12 welatîyên me canê xwe ji dest dan. 3 kes ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. Li herêmê îhtîmala sabotajê tune ye. Nêzî 600 kes li herêmê dixebitin. Niha tu şewatek tineye lê xebatên sarkirinê berdewam dike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno