Li Herêma Sanayiya Organîze ya Êlihê, li nêzî gundê Kösetarlayê, di depoya herêmî ya marketeke zincîrî de ji ber sedemeke ku hêj nehatiye diyarkirin şewateke mezin derket.
Alavên ku di demeke kurt de geş bûn (bûn mezin), derdora avahiya depoyê girtin.
Hate diyar kirin ku dûmana dıjwar a ji depoyê radibe ji dûriya kîlometreyan dihat dîtin. Li ser agahdarkirinê, di serî de Şaredariya Êlihê hemû tîmên îtfaîye yên li seranserê bajar sewqî cihê bûyerê bûn.
Ji ber ku şewat li qadeke berfireh belav bû, gelek wesayît û personel tevlî xebatên vemirandinê bûn.
Gava tîm ji bo kontrolkirina alevan hewldaneke mezin didin, ji teşkîlatên îtfaîyeyê yên bajarên dorûberê jî daxwaza piştgiriyê hat kirin.
Li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û li dijî xetereyên gengaz dorhêla depoyê ji bo derbasbûn û derketinê hat girtin.
Destwerdana tîman a ji bo kontrolkirina bi tevahî ya şewatê û destpêkirina xebatên sarankirinê bê navber berdewam dike.
Di bûyerê de li ser çêbûna qurbaniyan an birîndaran daxuyaniyeke fermî nehat kirin, tê payîn ku pîvana zirar û ziyanên madî yên di depoyê de piştî temambûna xebatan ronî bibe.