Qeza, li nêzîkî Xaçrêya Zibilê (Çöp Kavşağı) ya Taxa Bayındırê di demjimêrên zû yên beyaniyê de pêk hat.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, tira bi plaqeya 72 EN 094 û mînîbûsa bi plaqeya 21 AEJ 168 ku hîn nasnameya ajokarên wan nehatiye hînbûn, ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyar kirin li hev xistin.
Bi bandora lihevxistinê 5 jê mezin, yek zarokek bi tevahî 6 kesên di wesayîtan de bûn birîndar bûn.
Liser qezayê, ji bo birîndarên ku di wesayîtê de asê mabûn tîmên îtfaîye û tenduristiyê sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Birîndarên ku bi destwerdana tîmên îtfaîyeyê ji cihê ku lê asê mabûn hatin derxistin, ji aliyê tîmên tenduristiyê yên li cihê qezayê amade bûn ve destwerdana yekem ji wan re hat kirin.
Birîndar, paşê bi ambulansan birin nexweşxaneyên li bajar û hatin girtin bin tedawiyê.
Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.