Qeza, li ser Kolana Korikê çêbû.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, otomobîl û motosîkleta ku li ser kolanê di çûnûhatinê de bûn ji ber sedemek nehatî diyarkirin li hev ketin.
Di qezayê de ajokarê motosîkletê bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê ji bo cihê qezayê hatin veguhastin.
Piştî midaxaleya yekem a tîmên tenduristiyê ya li cihê bûyerê, ajokarê motosîkletê yê ku bi giranî birîndar bibû bi ambulansê hat rakirin nexweşxaneyê û hilda bin tedawiyê.