Li Batmanê qamyonet û otomobîl li hev qelibîn: 3 birîndar

Li Batmanê di encama qezaya trafîkê ya ku ji ber lihevqelibîna qamyonet û otomobîlekê pêk hat de 3 kes birîndar bûn.

Qeza, li Taxa Cudiyê li ser Kolana Cizîrê hat holê. Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, ji ber sedemek ku hîn nehatiye diyarikirin qamyonet û otomobîlek li hev qelibîn. Di encama bandora lihevqelibînê de di wesayîtan de zerara maddî çêbû û 3 kesên di qezayê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên îtfaiyeyê û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên îtfaiyeyê ji ber qezayê di wesayîtan de tevdîrên ewlehiyê yên pêwîst girtin; tîmên tenduristiyê jî li cihê bûyerê mudaxeleya yekem li birîndaran kirin.

Hate diyarkirin ku birîndar sewqî nexweşxaneyê hat kirin û di derbarê qezayê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Egilî de panc dewe de problemi rêya şiyayîs u amayîşî
"Peyama Salvegera 3an a Tofana Eqsayê ji Memur-Sena Amedê"
"Ji bo zikê ku êvaran dinepixe ji pispor hişyarî"
Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.250 kesan
Ji DEMê daxuyanîyek ku bertekan kişand ser xwe