Li Batmanê Sunneta îtîkafê ya ku ber bi jibîrkirinê ve diçe, tê vejandin

Li Êlihê di gelek mizgeft û mescîdan de welatî di 10 rojên dawî yên meha Remezanê de dikevin îtîkafê û bi vê yekê sunneta Pêxemberê me (s.a.w) vejên (îhya) dikin.

Li Êlihê atmosfera manewî ya meha Remezanê bi îbadeta îtîkafê hîn kûr dibe. Bi taybetî welatiyên ku li Mizgefta Terece ya li navenda bajêr hatine cem hev, 10 rojên dawî yên Remezanê di mizgeftê de derbas dikin û sunneta Pêxemberê me (s.a.w) ya îtîkafê bi cih tînin.

Misilmanên ku ketine îtîkafê, rojên xwe bi nimêj, zikir, tîlaweta Quranê û sohbetên dînî dinirxînin; her wiha bal dikişînin ku ev îbadet sinneteke jibîrkirî ye û bang li hemû Misilmanan dikin ku bikevin îtîkafê.

Atmosfera manewî ya ku di rojên dawî yên meha Remezanê de di mizgeftan de çêdibe, bi taybetî bi beşdariya zêde ya ciwanan û cemaatê balê dikişîne. Hinek welatî di mizgeftê de bi şev û roj di îtîkafê de dimînin, hinek welatî jî di nava rojê de tên mizgeftê û beşdarî bernameyên îbadetê dibin.

Ev rojên ku bi nimêja terazî û teheccudê, tîlaweta Quranê, dersên hedîsan û xelekên zikirê derbas dibin; hêm hizûreke manewî hêm jî derfeta muhasebeya salê pêşkêşî beşdaran dikin.

Ferît Çakil:

"Îtîkaf dibe wesîle ku mirov muhasebeya xwe bike"

Ferît Çakil, diyar kir ku ew hewl didin di 10 rojên dawî yên Remezanê de sinneta îtîkafê vejînin û wiha axivî:

"Heta ku derfetên me hebin, em her sal hewl didin bikevin îtîkafê. Çarçoveya vê jî ew e ku Pêxemberê me (s.a.v), bi taybetî di demên dawî yên temenê xwe de, beriya ku wefat bike (irtîhalî axretê bike), di 10 rojên dawî yên Remezanê de diket îtîkafê. Divê her kes li gorî sinneta Pêxemberê me jiyana xwe binirxîne û muhasebeya wextê derbasbûyî bike. Ev sinnet jî vê derfetê dide me. Ango mirov di nava van 10 rojan de derfeta muhasebeya 365 rojan dibîne. Mirov dikare pirsên wekî; 'Ez ji kîjan derê hatim? Ez ber bi kîjan derê ve diçim? Ez ji bo çi hatim afirandin? Rewşa min ber bi ku ve diçe?' ji xwe bipirse û bersiva wan bibîne. Bi vê re, em nêzîkbûneke li cem Mewlayê xwe jî bi dest dixin."

“Ji bo ku Şeva Qedrê ji dest nede, 10 rojên dawî diket îtîkafê”

Çakil di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya demên pîroz û wiha got:

“Pêxemberê me (s.a.v), ji bo ku Şeva Qedrê—ku şeva herî bi qîmet a meha Remezanê ye—ji dest nede, di şevên tek ên 10 rojên dawî yên Remezanê de diket îtîkafê. Çunkî Rebbê me ferman dike: ‘Şeva Qedrê ji hezar mehî bixêrtir e.’ Ji ber vê yekê, gava em bi niyeta îtîkafê di mizgeftê de bin, em nimêjên xwe yên ferz bikin û hêm bi zikir û Quranê re mijûl nebin jî, ji ber ku îtîkaf îbadeteke gelekî mezin e, em xêrê (sewab) jê qezenc dikin.”

“Bi wesîleya îtîkafê em hîn bêtir nêzî Mewlayê xwe dibin”

Çakil anî ziman ku ew hewl didin her sal vê sinnetê bi cih bînin û wiha pê de çû:

“Ligel vê, bi îbadetên wekî nimêja terazî, zikir, tîlaweta Quranê û sohbetên tefsîra ayetan, xêr û xelatên (ecir) gelekî mezin tên bi dest xistin. Bi vî rengî, bi wesîleya van îbadetan em hîn bêtir nêzî Mewlayê xwe dibin. Loma heta ku derfet hebe, em her sal hewl didin vê îbadetê bikin û em bang li hemû Misilmanan jî dikin. Çunkî mixabin ev sinneteke jibîrkirî ye. Pêxemberê me (s.a.w.) ferman dike: ‘Kî sinneteke min a jibîrkirî vejîne (îhya bike), wî ez vejandime. Înşallah Xwedê razî be.”

Enes Îmîr:

"Em hizûra manewî ya îtîkafê dijîn"

Welatiyekî din ê ku ketiye îtîkafê, Enes Îmîr, hest û ramanên xwe bi van gotinan anî ziman:

"Îro em ji bo vejandina (îhya) 10 rojên dawî yên Remezanê, di mizgeftê de ketin îtîkafê. Îtîkaf sinneta Pêxemberê me ye, lê mixabin di van demên dawî de bûye sinneteke jibîrkirî. Berî her tiştî, em serbilindiya bi cih anîna vê sinnetê dijîn. Hemd ji Xwedê re, ev çend sal in em bi awayekî birêkûpêk li Mizgefta Terece dikevin îtîkafê. Di 10 rojên dawî yên îtîkafê de em tên vir û bernameyên pir tije dikin. Em hêm tîlaweta Quranê, hêm dersên hedîsan, hêm nimêja teheccudê û hêm jî nimêja tesbîhê eda dikin."

“Em ji bo her kesî pêşniyar dikin ku lezeta îtîkafê bistînin”

Îmîr diyar kir ku gelek welatiyên tên mizgeftê, gava wan dibînin, bi awayekî rojane beşdarî bernameyên îtîkafê dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî:

"Hinek mirov hene ku her çend bi şev û roj nemînin jî, bi awayekî beşî (qismî) beşdar dibin. Ev yek hem me hem jî cemaata mizgeftê kêfxweş dike. Ez bi xwe li vir wekî razanî (bi şev û roj) dimînim û 10 rojan di mizgeftê de derbas dikim. Ji xeynî vê, kesên ku li derve tên û ji bo demekê beşdar dibin jî hene. Hejmara van kesan roj bi roj zêde dibe. Îtîkaf ji bo kesên ku lezeta wê hildidin, bi rastî hesteke gelekî xweş e. Mirovên ku piraniya salê bi kar û barên dinyayê re derbas dikin, gava di 10 rojên dawî de bi vî rengî îbadet dikin û tenê bala xwe didin ser îbadetê, ev yek manewiyateke mezin dide me. Em hizûra vê dijîn. Em pêşniyar dikin ku her kesê ev lezet û hizûr tam nekiriye, divê teqez manewiyata îtîkafê bijî."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji bo tespîtkirina zû ya penceşêrê, divê mirov bala xwe bide sînyalên laş
Di Remezanê de keda tenûrê
Ji Meteorolojiyê hişyariya barana gur
Li Amedê bi serokên navçeyan û rêveberiya bajêr di fitarê de hat bal hev
Keyeyê Şehîd Yasîn Börü zîyaret kerd