Bi destpêkirina amadekariyên zivistanê li Dîyarbekirê re, eleqeya ji bo berhemên tirşkirinê li bazarên taxan zêde bûye. Her ku xiyarên tirşkirinê û Qitî ya bêhempa ya Dîyarbekirê li ser firoşgehan xuya bûn, firotan zêde bû, di heman demê de firoşkaran bal kişandin ser hem hêza kirîna welatiyan û hem jî pirsgirêkên fîyeta yên ku hilberîner pê re rû bi rû dimînin.
Firoşkaran diyar kirin ku tirşîyên tûj, bi taybetî di mehên zivistanê de, pirtir tên xwarin û welatî tercîh dikin ku li gorî tama xwe li malê tirşiyên xwe çêkin, ne ku yên hazir bistînin. Wan zêde kir ku tirşiyên malê hem xwezayîtir in û hem jî tamxweştir in, û ew li bendê ne ku eleqeya ji bo berhemên tirşiyê di tevahiya demsalê de berdewam bike. (ÎLKHA)