Li Bedlîsê bîlançoya operasyonan ya hefteyekê hat eşkerekirin

Di oprasyonên li dijî PKKê tên lidarxistin yên ku li Bedlîsê dewam dikin de heta niha gelek materyalên teqînê û materyalên jiyanê hatine bidestxistin.

Li çolterîya Bedlîsê di hefteya dawî de di operasyonên li dijî PKKê hatine lidarxistin de gelek materyalên teqîn û yên jiyanê hatine bidestxistin.

Li gor daxuyanîya ji teref Walîtîya Bedlîsê ve hat kirin de di operasyonan de 7 bombeyên bi desta hatine amadekirin û 760 kîlo amonyûm nîtrat û gelek materyalên jiyanê hatin bidestxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de cîh hat dayîn van agahîyan: “Di encam operasyonên ev serê hefteyekê ye dewam dikin de 7 bombeyên bi desta hatine amadekirin û 760 kîlo amonyûm nîtrat, 7 tûpên mutbexê, 2 hezar û 965 metre qabloya ceyranê, di 7 şikeftan de helek xida û gelek materyalên jiyanê hatin bidestxistin.”

Di dawîya beyanatê de hat îfade kirin ku şikeft hatin hilweşandin û teqînên desta û materyalên din ji bi awakî ewleh hatin îmha kirin.

ÎLKHA




























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin