Li Bedlîsê qezaya zîncîrî: Mirîyek

Ji ber berfa ku li Bêdlîsê tesîrdar bû qeza pêk hatin. Li alîyê Îdareya Taybet ya Bajêr qezaya zîncîrî pêk hat, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da.

Qeza, di seatên nîvroyê de pêk hat. Tira ku navê şofêrê wî û plaqeya wî nehat hînbûn li ser rêya Bêdlîs-Dîyarbekirê ji rê derket û derbasî alîyê rêya dinê bû.

Wesayîta bi plaqeya 27 KB 905 yê ku navê şofêrê wî nehat hînbûn, li tirê qelibî û dûre wesayîtekî dinê jî li wê wesayîtê qelibî. Hat îfadekirin ku şofêrê wesayîta bi plaqeya 27 KB 905 yê ku li tirê qelibîbû canê xwe ji dest da.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên AFAD û tenduristîyê hatin sewqkirin. Hat diyarkirin ku cenazeya şofêr ji merga Nexweşxaneya Dewlet a Bêdlîsê re hat rakirin.

Hat destnîşankirin xeyn ji vê qezayê ji cîhên cuda yên bajêr çend qezayên dinê jî pêk hatin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn