Li Bendava Goksuyê ya Çinarê cesedê mêrekî hat dîtin

Li Baraja Goksuyê ya ku di sînorên navçeya Çinarê ya Diyarbakırê de ye cesedê mêrekî hat dîtin.

Li Bendava Goksuyê ya ku nêzîkî 3 kîlometreyan dûrî navenda navçeya Çinarê ye, cesedê mêrekî hat dîtin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, personelê ku di Baraja Goksuyê de wezîfedar e, ferq kir ku li ser avê kesek bêliv (bêhereket) rawestiyaye.

Piştî ku agahî dan navenda bangê ya acil a 112an, tîmên tenduristiyê, ewlehiyê û yên xelaskaran (dalgıç) sewqî herêmê bûn. Di encama xebatên ku ji aliyê tîmên xelaskaran ên cendirme û agirkujiyê (îtfaîye) ve hatin kirin de, bedena bêcan ji avê hat derxistin.

Piştî lêkolînên hatin kirin, ji bo tespîtkirina sedema teqez a mirinê û kirina otopsiyê bedena wî birin Saziya Tibba Edlî.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Deha şofêro 15 serre merd
2 jê giran 4 birîndar hene
Ji xwendekarên qursa Quranê ya havînê re pitgirşîyê dan
Li ser ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîşa Dronê
Li Entabê qeza: 2 mirî, 22 birîndar