Li Bexdayê teqîn: 38 kuştî

Li Bexda ya paytexta Iraqê du teqînên cûda hat rastkirin. Di encama êrîşan de 38 kes hatin qetilkirin 105 kes jî birîndar bûn.

Li Bexda ya paytexta Iraqê li devara ku welatîyên ji bo karê rojane lê kom dibûn 2 êrîşên xwekujîyê hat raskirin. Di encama êrîşan de 38 kes hatin qetilkirin 105 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Hundirî yê Bexdayê Saad Main bi daxuyaniyek nivîskî derbarê êrîşê de agahî da û îfade kir ku li navenda Bexdayê li devera Sehaya Tayaran du êrîşên xwe kujiyê hatin raskirin, di encama êrîşan de 38 kesî jiyana xwe ji dest dan û 105 kes jî birîndar bûn.

Li gor beyanata ji teref tîmên ewlehiyê ve hat kirin di êrîşan de herî hindik 95 kes birîndar bûne.

Hat îfade kirin ku êrîş li Qada al-Tayaran ya ku karkerên rojane yên înşeatê lê kom dibûn hatîye rastkirin.

ÎLKHA

 


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe